Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Bernivîsa Dijî Rewşa Awarte Pejirand


Civata Nûneran, bernivîsa ku Rewşa Awarte ya Serok Donald Trump ragihandibû betal dike pejirand.

Bernivîsa dijî Rewşa Awarte li hember 182 dengan bi 245 dengan hat qebûl kirin. Di dengdana li Civata Nûneran de, ku piranîya wê Demokrat in, 13 Komarîyan jî piştgirî dan bernivîsê.

Li ber e ku di meha Adarê de li Civata Senatoran jî bo bernivîsê dengdanek li dar keve.

Li Civata Senatoran, li hember 47 kursîyên Demokratan 53 kursî di destê Komarîyan de ne. Bo ku bernivîsa dijî Rewşa Awarte di Civata Senatoran de jî derbaz bibe, xêncî temamê dengên Demokratan bi kêmî ve 4 dengên Komarîyan hewce ne.

Heta niha herî kêm 2 Komarîyan daye zanîn ku ewê piştgirîyê bidin bernivîsê.

Trump di 15'ê Sibatê de bo ku budçeya hikûmetê zêdetir bikar bîne Rewşa Awarte ragihandibû.

XS
SM
MD
LG