Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bi Awayekî Demûdest Dicive


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dê roja Çarşemê bi awayekî awarte bicive.

Ew kombûn dê li ser daxwaza Tunus, Norwec û Çînê çêbe û bi awayekî girtî li dar keve.

Nûnerên Cıvata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê jî bi awayekî demûdest kom bûbûn, lê wan ti daxuyanîya hevbeş belav nekiribû.

AFP’ê ragihand ku Amerîka teksta hevbeş nepejirandiye û jiber wê daxuyanî çênebûye.

Li gor bernivîsê, ji Îsraîlê dihat xwestin ku ‘’hewildanên bicîhkirinê, hilweşandinê û bi zordestî derxistina ji malan’’ rawestîne.

Ji Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price roja Sêşemê hat pirsîn ku ewê Washington helwesta xwe biguherîne yan ne.

Ned Price li ser pirsê bersîveke rastexwe neda, lê got ku ji kîjan alîyê were avêtin bila were avêtin ew dixwazin gavên girjîyê kêm dikin hebin.

XS
SM
MD
LG