Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY bi 15 Endamên Xwe Dijî Referandumê Ye


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi yekdengîya 15 endamên xwe ragihand ku referanduma Herêma Kurdistanê, ku li ber e roja Duşemê were kirin, ewê rê li ber ‘’îstiqrara herêmê’’ bigire.

Endamên civatê bi daxuyanîyekê da zanîn ku ew ‘’jiber biryara referandumê ya yekalî ya hikûmeta herêmî ya Kurd ketine fikaran’’

Civatê dîyar kir ku hêzên Kurd di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de rolekî girîng dilizîn û ew referandum dikare têkoşîna dijî wê rêxistinê qels bike.

Civata Ewlekarî da zanîn ku ewê referandum derbekê li hewildanên vegerê yên penaberan xîne û bang li meqamên herêmî û hikûmeta Îraqê kir ku cûdabirîyên xwe bi ‘’dîyalog û lihevkirinê’’ çareser bikin.

XS
SM
MD
LG