Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Paketeke Nû ya bi Qasî 500 Mîlyar Dolar Pejirand


Civata Senatoran paketa nû ya bi 484 mîlyar dolar pejirand.

Bo wê paketa bo aborî û alîkarîya nexweşxaneyan dê roja Pêncşemê li Civata Nûneran dengdan çêbe û dûre Serok Donald Trump dê îmza bike.

Qesira Sipî û Kongresê ser naveroka paketê li hev kiribû.

Jiber vîrusa korona heta niha 4 paket hatine çêkirin û temamê wan bi qasî 3 trîlyon dolar in.

Ji paketa dawî 321 mîlyar dê bo dikanên biçûk, 75 mîlyar dolar jî dê bo nexweşxaneyan werin xerc kirin.

XS
SM
MD
LG