Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Sînatorên Amerîkî Bernivîsa Biryara Kêmkirina Bacê Pesend kir


2012年11月23日,在賓夕法尼亞州的費城,顧客在百思買(Best Buy)商場電腦部排隊購買&ldquo;黑色星期五&rdquo;減價產品。<br />
2012年11月23日,在賓夕法尼亞州的費城,顧客在百思買(Best Buy)商場電腦部排隊購買&ldquo;黑色星期五&rdquo;減價產品。<br />

Civata Sînatorên Amerîkî bernivîsa biryara kêmkirina bacê ya kêşedar dûhî Çerşemîyê pesend kir bi 81 dengên erênî hemberî 19 dengên dij û biryar hate hinartin ji Civata Nûneran re.
Berî pesend kirina bernivîsê serok Barak Obama got, ew ne nexşeyekê bi êk carî nimûneyî ye lê dê alîkarîya peydakirina delîveyên karî biket. Wî got, welat rê nade nexşeyekê bi 858 Milyar dolaran bibe qûrbanê paşêxistinê yan pesend nekirina civatê.

Serok Obama digel endamên Kongirisî pêk hatibû bo pesend kirina bernivîsê. Eger li Civata Nûneran hat derbaz kirin ew biryar dê kêm kirina bacê liser Amerîkîyên xûdan dahatê navincî û dewlemenda wek berê bihêlit. Ew her wesa dê alîkarî ya diravî jibo bêkarên demên dirêj zêde bike.

Hinek endamên Partîya Demûkrata Serok Obama di Civata Nûneran de dibêjin ew lihevhatin gelek di qazanca dewlemenda deye, lê Komarîyên Civatê rijdin kû divêt mohleta kêîm kirina tivahîya baca dirêj bit.

XS
SM
MD
LG