Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Helebê 19 Sîvîl di Êrîşên Rejîmê û Serhildayên de Hatin Kuştin


Di vê fotoya arşîvê de zilamekî Sûrî hewil dide zarokî ji êrşên hikûmetê rizgar bike. Heleb, Hezîran, 2015
Di vê fotoya arşîvê de zilamekî Sûrî hewil dide zarokî ji êrşên hikûmetê rizgar bike. Heleb, Hezîran, 2015

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, herî kêm 19 sîvîl, ku 5 ji wan zarok bûn, bi bombeyên barîl yên rejîma Sûrî û roketên serhildayan, îro Pêncşemê li Helebê hatin kuştin.

SOHR dibêje, 4 ji wan zarok 15 qurbanî, li taxeke bakurê Helebê ya bin kontrola serhildayan bûn armanca bombeyeke barîl ya hikûmetê.

Dîrektorê SOHR Rami Abdulrahman ragihand ku zarokan ji 10 salî biçûktir bûn û jineke ducanî jî nav kesên kuştî de bû.

4 sîvîlên din jî di encama êrîşeke roketan ya serhildayan de li taxa Midane ya bin kontrola rejîmê hatin kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Heleb ji sala 2012’yan vir ve, di navbera hêzên rejîmê û yên serhilda de dabeşkirî ye.

Rejîm beşên fireh li rojava, komên serhilda jî pişka rojhilata wî bajarî kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG