Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûrad Ciwan: Hêşta Rêya Mudaxeleke Leşkerî li Sûrîyê Venebûye


Plana Kofî Annan ya aştîyê li Sûrîyê di metirsîya hilweşînê de ye, piştî rejîma Sûrî daxwaza garantîyan kir ku hêzên serhildayan dest ji şerî berdin, pêş ku hêzên xwe li bajar û gundan vêkêşe.

Mûrad Ciwan, şirovekarê sîyasî li Swêdê, dibêje ku heta eger plana Annan jî serkeftî nebe, civaka navneteweyî “mecbûr e rêyeke diplomasî bi awayekê din bibîne.”

Birêz Ciwan dibêje ku jiber helwêstên welatên weke Rûsya, Çîn û Îranê û jiber rêkxistîya hêzên opozisyona Sûrîyê, hêşta rêya mudaxeleke leşkerî venebûye.

Li gor plana nûnerê N.Y. û Komkara Welatên Ereb, divê Serokê Sûrî Esed heta roja Sêşemê hêzên xwe li bajar û gundan vêkeşe û 48 demjimêran piştî hingî hêzên opozisyonê dest ji çekên xwe berdin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzani bi birêz Ciwan re, fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê klîk bike.

XS
SM
MD
LG