Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Çima Dixwazin ji Tirkîyê Koç Bikin?


Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUIK) ragihand ku di sala 2019’an de 330,289 kes ji Tirkîyê koçî hin welatên din kirine û 677,042 kes jî vegerîne wî welatî.

Dîsa li gor heman pêzanînan, herî zêde kesên di temenê 25 û 29’an de ji Tirkîyê koç kirine welatên din.

Gelo ciwanên Kurd li ser vê mijarê çi difikirin? Rewşa ciwanên Kurd yên Tirkîyê çawa ye, çima ew dixwazin herin welatekî din û çi kêmahîyan li Tirkîyê dibînin û gilîyên wan ji jîyana li Tirkîyê çi ne?

Şaha Memîş, jineke Kurd e ku li Stenbolê dijî. Ew di serî de jiber aborîya xirab û sedemên sîyasî dixwaze ji Tirkîyê derkeve.

‘’Jiber gelek sideman ez dixwazim ji vî welatî herim. Jiber aborîya xirab em nikarin jîyana xwe bidomînin. Ji alîyê sîyasî ve jî em nikarin çand û zimanê xwe bijîn. Wek minak: em bi rehetî nikarin zimanê xwe biaxifin û ziman pirsgirêkeke pir mezin e.”

Ahmet Bulut jî ciwanekî Kurd e ku li Stenbolê dijî û ew jî tîne ziman ku li Tirkîye ciwan ji xwe re sibêrojeke baş nabînin.

“Jibo ciwanan pirsgirêkên demokrasî, azadî, bêkarî, sîyasetê hene. Ciwanên ku dixwazin tiştên rast bikin, yan tên zindan kirin yan jî ketin bin axê. Jiber van sedeman, bi taybetî ciwanên Kurd diçin welatên xerîbîyê.”

MEB_20_07_2020_Ciwan_Kurd_Koç
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG