Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Mehmûd: Kamêre Bûye Nasnama Min Li Xerîbiyê


Ji ber azar û kêşeyên şer û cenga li Sûriyê, bi hezaran keç û xortên wê koçberî welatan bûn, û her yekî ji wan bi awayekî derbirîniyên xwe anî ziman, ji dûrbûn, xemgîn û astengiyên jiyanê. Yek ji wan kesan wênegirê kurd Ciwan Mehmûd e, ku ji berî 10 salan li Denîmark dijî.

Ciwan bi kamêreya xwe karîbû balê bikişîne ser hunera xwe û hino hino cihê xwe di nav civata denîmarkî de bigre.

Ciwan ji bajarê Qamişlo ye, di sala 1987'an ji dayik bûye.

Li Zanîngeha Şamê dest bi xwendina Endazyariya Çandiniyê kiribû lê berdewam nekir.

Li Denîmark dest bi hunera wênegirtinê kir, û berê xwe da xurista wê, ji ber vê yekê wî bal kişand ser berhmên xwe bê çawa kesekî penaber û kurd dikare ciwaniya Denîmarkê diyar bike.

Ciwan beşdarî nêzî 25 pêşangehan bûye û hîna jî xebatên xwe berdewam dike.

Dibêje: "Ciwaniya xuristê rengê hêviyê dide min û ez dixwazim bi xelkê re parvekim."

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:58 0:00


XS
SM
MD
LG