Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Xelef: Huner Ezmûna Min ya bo Naskirina Jîyanê Ye


Penaberî û dûrbûna ji war û welat , cihekî vala di giyanê mirovan de dihêle, ji ber wê jî xeyal gelek caran ew valabûnê dadigre, wisa ye jiyana hunermendan ku bi xeyalek avis wê berheman diafirînin.

Hunermendê şêwekar Ciwan Xelef, wê ezmûn û serborê di berhmên xwe de diyar dide, di gerekê bê dawî de, ji bajarê Hesekê , Şama paytext ta Hanover li Elmaniya.

Ciwan di sala 1983'an li bajarê Hesekê- Herêma kurdî li Sûriyê ji dayik bûye.

Di sala 2005'an de, xendina hunera xiwan li zanîngeha Dîmeşqê qedandiye.

Sala 2013'an li wê zanîngehê macistêra xwe di hunerê de wergirtiye.

Ji salê 2008-2011 mamostatî li zanîngehê, beşê hunera bedew kiriye.

Di sala 2000'an de pêşangeha xwe ya bitenê li bajarêî Hesekê vekir û ji sala 2005an de beşdarî gelek pêşangehên hevbeş bûye.

ji sala 2015'an ve li bajarê Hanover li Elmaniya bicî bûye, û mafê penaberiyê wergirtiye.

Şêwaza hunera Ciwan, bi demê û li gorî bûyeran tên guhertin, ji ber wê xetek yekser di berhemên wî de diyar nabe.

Ew dibêje :"herdem ez li xwe digerim, bê ka bandora bûyeran û têşên derdora min çi dikin ji min"

please wait

No media source currently available

0:00 0:18:44 0:00

XS
SM
MD
LG