Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Cizîrê Derengmayîna Baranê Cotkaran Ditirsîne


Li herêma Cizîrê Jiber dereng barîna baranê cotkar metrisîdarin.heya niha tenê carekê baran bariya ye û ji ber vê derngmayînê dê bandorekê neyênî li ser mûsimê îsal bike.

Piranîya zevîyan bejî ne, ku tenê li ser baranê ne ku genimê xwe avbidin.

Lê derneg barîna baranê ,zevîyên avî jî bandor kirye, ew jî bi sedema buhabûna madeyên avadnê .

desteya aboriyê û çandiniyê li herêma cezîrê derbarî vê mijarê de bihin gavan nêzî cotkar dibe û li gorî rêveberiya desteyê hemû derefetên di dest wan de pêşkêş dikin.

Hevserokê desteya aporî û çandiniyê Selman Barûdo ji dingê Amerîka re diyar kir ku :"wan ji bo cotkaran mazot, Tof û semad bi nirxekî kêm pêkêş kirin e. "

Lê wê ev gav têra çarê neke. Û gazina cotkaran ji rêvrbirîya xweser heye .

Li aliyekî din Cotkarên li herêma Qamişlo diyar dikin ku wan hemû karûbarê cotkariyê kirine û li benda baranê ne ku her sela wekî vê çaxê pileyeke baş ji baranê dibariya û rewa di Erdê de kûr diçû.

Cotkar Ahmed Xelîl îsal beşek e biçûk ji zeviyê xwe yê avî candiye dibêje : "ji ber buhabûnê ew nikar candiniya avî berfirh bike. "

Cotkaran diyar kirin ku demkê nêz de baran neyê wê tofê binax kirine bûç bibe û yê ku ji ber baran pêşî jî derketine wê zuha bibe û nema şîn tê.

Cotkar Ahmed Salih diyar kir ku ew metrisîdarin dibêje :

"me keda xwe xistine bin axê û li heviya barana ne ku keda wan şîn bê û herî kêm xisara xwe rahêjin. "

Piraniya şêneyên bakûr û rojhilatê Sûriyê û bi taybet yên herêma Cizîrê li ser çandiniyê jiyan dikin ku 75 ji sedî karê cotkariyê dikin.

Herêma Cezîrê ya ku weke debûya Genim û Çeh tê naskirin li ser asta Sûriyê, piraniya jêdara avadnê ser baranê ye, bi derng ketina baranê wê ziyaneke pir mezin ser aporiya herêmê û Sûriyê bi giştî bike.

Berîya şerê navxweyî li sûrûyê , bejhaiya zeviyên çandiniyê li herêma Cizîrê ku berfirhiya wê 23334 K.M çargoşe giheşte 826251 hiktar ji zeviyên bejî her wiha û 433228 hiktar ji zeviyên avî.

Li gorî rewşa xerab ya çandinîya Îsal ku wê xesar bighêje bi melyonên dolaran.

Lê Ji ber Şerê ku li Sûriyê diqwime ji 10 salan û virde bandorke mezin li ser çandiniyê kiriye û gelekî li paş ketiye, her wiha ji ber kêmbûna asta avê jî çandiniya avî pir kêmbûye û dê bandorê li ser dahatiyên çandiniyê bi giştî bike.

Li aliyekî din Desteya Aborî li herêma cezîrê 611 hezar ton genim sala derbasbûyî ji çotkarên herêmê kirî. û jibo Tof û Arvan hatiye dabeşkirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00

XS
SM
MD
LG