Kampanîya Sadkop a niftê ya girêdayê rêvberîya xweser a Kurdî li Sûriyê, nirxa madeya mazotê bi rêjeya 25% bilind kir.
Berî niha, litra mazotê 42 leyreyên Sûrî bû, niha bû 52 leyre.
Ev biryar seranser hat cîbicîkirin, û bû cihê nerazîbûna welatiyên kantona Cizîrê.
Yûsif Xişo, Hevserokê komîteya Sotemenîyê ya Qamişlo, dibêje biryara buhakirina nirxa madeya mazotê ne ji cem wan der dikive, biryara ji Sadkob derdikeve û ew jî bi wê biryarê pabend in.
Xişo parastina biryara hikûmetê dike û dibêje ev buhakirin normal e, ji ber li dewletên cîran jî nirxê mazotê buha ye.
Li gor wî, buhakirin rê li ber derxistina mazotê bi qaçaxî ber bi Dêra Zorê û herêmên rêjîmê de, digre.
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng ve