Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenter Sariyildiz: Li Cizîrê Qetlîam Pêk Tê


Kanalê fermî yê dewleta Tirk TRTê ragihand ku di avahiyeke li bajarê Cizîrê de, 60 kes hatine kuştin, lê walitiya Şirnexê jî xuya kir ku kesên hatine kuştin 30 kes in.

Bajarê Cizîrê nêzîkî 2 meh in ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê de hatiye dorpêç kirin. Di avahiyekî bajêr de hejmareke mirovan ji kesên sax û birîndar, ev zêdetirî 2 hefte ne asê mane û agahî jê nayên girtin.

Derheqa rewşa aloz ya Cizîrê, parlamenterê HDP yê Şirnêxê Faysal Sariyildiz dibêje ku li gor agahiyên heta niha gihane wan qirkirinek pêk hatiye, lê hejmarên zelal yên kuştiyan tune.

Sarîyildiz ji Dengê Amerîka re dide zanîn ku ambulans 10 laşên şewitî ji avahiyekî gihandine nexweşxanê û şahidên bûyerê ji gotine ku wan nêzîkî 30 laşên din di avahiyek din de dîtine.

“Ev bi serê xwe qetlîameke li dij gelê Cizîrê ye. Dewlet dibêje yên kuştî hemî terorîst in, lê ne wihaye. Kesên di avahiyan de mabûn kesên bêçek û sîvîl in.”

Tevahîya hevpeyvina bi Sariyildiz re di fayla deng de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00

XS
SM
MD
LG