Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Sûrîyê Şer di Navbera Çekdarên Xwecihî û Hêzên Rejîmê de Derket


Dîmenek ji xwepêşandanên dijî rejîma Sûrî li Suweydayê. (arşîv)
Dîmenek ji xwepêşandanên dijî rejîma Sûrî li Suweydayê. (arşîv)

Li parêzgeha Suweydayê li başûrê Sûrîyê şer û pevçûn di navbera komên çekdar yên xwecihî û hêzên rejîma Sûrîyê de roja Yekşemê bi şev derketin, li gor raportên medyaya navxweyî.

Raport dibêjin ku şer li parêzgeha ku piranîya rûniştvanên wê Durzî ne, derket holê piştî ku rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed xaleke kontrolê li derbazgeha bakurê bajarê Suweydayê danî. Sedema danîna vê xalê jî revandina hejmareke efser û kesayetîyên nêzîkî rejîma Sûrîyê ji alîyê komên xwecihî yên çekdar ve ye.

Çalakvanên xwecihî dibêjin revandina van kesan wekî bersiv bû hember windabûna çalakvanekî dijî rejîma Sûrî bi navê Raed el Metnî ku paşê li nexweşxaneyekê li Suweydayê hate dîtin. Ji alîyê xwe ve, komên çekdar kesên revandî azad kirin, li gor raportên xwecihî.

Li gor dîdevanan, şerê Yekşemê derket holê piştî ku hinek rûniştvanên bajêr çûn cihê xala kontrolê û daxwaza rakirina xalê kirin. Dema ku daxwaza wan bicih nehat, êdî komên çekdar bi topên hawanan êrîş birin ser navendên dezgehên îstixbaratê li Suweydayê. Hêzên ser bi rejîma Sûrî ve jî bi çekan bersiv dan.

Li gor malpera Suweyda 24, kesekî sivîl di encama van pevçûnan de birîndar bû. Malperê herwiha ragihand ku bi rîya navbeynkarên xwecihî şer hatiye rawestandin lê danûstandinên ser rakirina xala kontrolê hîn didomin.

Ev bûye çend meh ku xwepêşandanên dijî rejîma Sûrîyê li seranserê Suweydayê berdewam dikin. Protesto destpêkê dijî rewşa aborî ya xirab bû, lê paşê tê de bi giranî sloganên bo guhertina siyasî li Sûrîyê û roxandina rejîmê hatin bangkirin.

Jêder: CNN Arabic, Suweyda 24

XS
SM
MD
LG