Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor: Li Amerîkayê Heta Sala 2050 Asta Deryayê Bilind Bibe


Dîmenek ji bajarê San Francisco li wîleyata Kalîfornya.
Dîmenek ji bajarê San Francisco li wîleyata Kalîfornya.

Rêvebiriya Neteweyî ya Okyanûs û Atmosferê (NOAA) roja Sêşemê di raporteke xwe got ku pêşbînî dik li Amerîka heta sala 2050 asta deryayê bilind bibe, bi qasî ku welat di sedsala borî de rû bi rû mabû.

Bill Nelson, rêvebirê Reveberîya Hewayî û Valahî ya Neteweyî (NASA), di civîneke onlayn de ji rojnamevanan re got: "Asta deryayê bi rêjeyeke pir metirsîdar bilind dibe, û ew civakên li çaraliyê cîhanê dixe metirsîyê."

"Ev tê vê wateyê ku dema borî ye ku moriv li ser vê krîza jingehê tevbigere," wî da zanîn.

Lê belê, li gorî Richard Spinrad, rêvebirê NOAA, emîsyonên karbonê yên ku ji hêla mirov ve hatî çêkirin, bi tevahî ji bo bilindbûna neçar nayê tawanbar kirin.

Spinrad got, "Emîsyonên niha û yên pêşerojê girîng in, lê emê çi bikin jî derbarê belavbûnê de, ewê çê bibe."

"Heke emîsyon bi leza xwe ya heyî bidome, eger heye ku emê heta dawîya vê sedsalê bi kêmî ve 61 santîmetreyan asta deryayê bilindbûna li ser beravên Amerîkayê bibînin," wî dîyar kir.

Li gorî raportê, bi pêşbîniya ku heta sala 2050 asta behrê ya navînî 10-12 înç bilind bibe, li gorî raporê her hefte carekê nêzî 140,000 xanî dê di bin xetereya lehîyê de bin.

Ji sedî 40 ji hejmara xelkê Amerîkayê li dora 100 kîlometran ji beravê dijîn.

Bilindbûna asta deryayê dê pêlên bilind, bahoz, erozyona beravê û windakirina zozanan xurtir bike.

XS
SM
MD
LG