Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Karekî Leşkerî li Sûrîyê Pêdivî bi Piştgirîya Navnetewî Heye


Wezîra Derve ya Amerîka, Hillary Rodham Clinton dibêje Amerîka pêdivî bi piştgirîya navnetewî, di nav de Rûsya, heye, jibo çi karekî leşkerî li Sûrîyê.

Clinton dibêje piştgirîya NY û civaka navnetewî bû egera ew sala borî derbasî Lîbya bibin. Wê got, Rûsya û Çîn rê asê kirin li ber hevpeymanîyeke navnetewî dijî hikûmeta Serokê Sûrîyê Beşar el Esed.

Clinton li Kopenhagen gote xwendekarên Denîmakî ku Amerîka nesekinîye ku Rûsya bîne alîyê xwe dijî Esed.

Clinton got, şerekî navxweyî xirabtir dê li Sûrîyê durist bibe û hêzên herêmî jî wekî Îranê dê tevlî wê bibin.

Xanim Clinton roj Pênşemê li paytexta Denîmark axivî li yekem welatê gera wê ya Ewropayê.

XS
SM
MD
LG