Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştgîrîya Çalakvanên Rojhilata Navîn Dike


Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton roja Sêşemê li Washington pêşwazî li çalakvanên demokrasîxwaz yên Rojhilata Navîn kir.

Di wê civînê de birêz Clinton piştgîrîya Amerîkayê bo çalakvanan ragihand û ji wan xwest ku nêrînên xwe hemberî çewanîya parastina mafên mirovan û azadîyan li Rojhilata Navîn dîyar bikin.

Çalakvanên ku serdana Washingtonê dikin xelkê welatên Rojhilta Navîn û bakurê Afrîkayê ne, di nav de Misir, Lîbya, Tûnis, Yemen, Cezayîr, Urdun, Kuwayt, Libnan, Mexrîb, Qeter û deverên Felestînî.

XS
SM
MD
LG