Breaking News

Clinton Daxwaza Standina Bacên Zêde ji Pakîstanê Dike

Clinton Daxwaza Standina Bacên Zêde ji Pakîstanê Dike
Clinton Daxwaza Standina Bacên Zêde ji Pakîstanê Dike

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton daxwaz ji hikûmeta Pakîstanê dike ku bacên zêde ji dewlemendan bistîne, jibo xûrttir kirina bizavên jinûve ava kirinê yên piştî lehîyê.

Xanim Clinton roja Pencşemê got, nayê qebûl kirin ku kesên zengîn li Pakîstanê bi têra piştgirî nedin hewilên alîkarîyê. Şîroveyên Hillary Clinton piştî hevdîtina wê ya ligel berpirsa karên derve ya Yekîtîya Ewrupa Catherine Ashton ya li Brukselê hatin.

Wezîra Derve Clinton got, civata navneteweyî nikane hemî alîkarîyên pêdivî bicîh bîne û dive Pakîstan bi xwe jî hemi kanîn û çavkanîyên xwe bixebitîne, ku reformên sîstema bac komkirin jî nav de.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupa 450 mîlyon dolar pere wekî alîkarî dan Pakîstanê, piştî avrabûna malweran.

XS
SM
MD
LG