Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Divê Burma Peywendîyên ligel Koreya Bakur Rawestîne


Clinton: Divê Burma Peywendîyên ligel Koreya Bakur Rawestîne

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton bang li Burma’yê kir ku dawî li peywendîyên neqanûnî yên ligel Korea Bakur bîne.

Xanim Clinton got, li pêş Burma’yê gelek kar hene ku bêne kirin, berî ku Amerîka toleyên aborî yên li dijî wî welatî rake.

Hillary Clinton îro Pêncşemê li Burma’yê got, jibo baştirkirina têkîlîyên bi Amerîkayê re, divê hikûmeta Burmayê rêzê li ser hevbîrbûna navnetewî ya nehêlana berfirehbûna çekên navokî bigire.

Wezîra Derve Clinton her wiha bang li Burma kir ku girtîyên sîyasî azad bike û dawî li tundî û tûjîya etnîkî bîne.

Xanim Clinton îro Pêncşemê bi Serokê Burma Thein Sein re kom bû. Wê got, eger Burma reforman bidomîne, hîngê Amerîka dikane toleyên aborî yên li dijî wî welatî sist bike.

Birêz Thein Sein jî got, ev serdana dîrokî nîşaneya rûpeleke nû ya di peywendîyên navbêra her du welatan de.

Li ber e Xanim Clinton derengîya îro here bajarê Rangoon û ligel rêbera demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi kom bibe.

XS
SM
MD
LG