Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton ji Çînê Dixwaze ku Rêbaza Xwe Hember Başûrê Pasîfîk Zelal Bike


Wezîra Derve ya Amerîkayê bang li Çînê dike ku bi dadmendî û zelalî hember herêma Başûrê Pesîfîk kar bike.

Hillary Clinton li Furoma Giravên Pesîfîk ya 16-endamî li Cook Islands axivî û tu giringî bi îdîaya bilindbûna astê rikeberîya navbera Amerîka û Çînê neda. Birêz Clinton got ku Başûrê Pesîfîk jibo Amerîka û Çînê gelekî mezin e.

Wezîra Derve bang li Çînê kir ku alîkarîya xwe ya zêdebûyî li herêmê bi awayekî dadmend belav bike. Hin pispor dibêjin ku Çîn weberhênanên xwe yên ji derve bikar tîne da ku samanên dewletan li ser hesabê xelkên xwecihî der bixîne.

Piştî Cook Islands, birêz Clinton diçe Îndonezya, Çîn, Bruney, Tîmora Rojhilat û Rûsyayê.
XS
SM
MD
LG