Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton Kêşeya Nagorno-Karabax li Êrîvanê Behs Dike


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêje, ew gelekî xemxwar e derbarê tirsa zêdebûna tansyonê û mirina leşkerên genc û sivîlên bêsûc li devera peçebûyî navbera Azerbaycan û Ermînya, ji dema dawîhatina şerê Nagorno-Karabax sala 1994an de.

Clinton dibêje wê Serokê Ermînya Sarkîsyan piştrast kir ku ew van xalan li Paytexta Azerbaycan, Bakuyê di kombûna wê ya roja Çarşemê de dubare bike.

Wezîrê Derve yê Ermînyayê Eduard Nalbandian dibêje qurbanî bi şev hebûn dema hêzên Azerbaycanê devera agirbestê derbas kirin û li gor wî, provaksyoneke eşkere kirin, tevî ku Nalbandian jimara kuştî û birîndaran neda.

Birêz Nalbandian, ku bi riya wergêrekî di axivî, got, tundûtûjîyeke hema rojane li ser tixûbê devera Nagorno-Karabax heye.

Clinton dibêje ev bûyer pêwîstîya avakiria proseya aştîyê nîşan dide, ne tenê li asta rêberan, lê belê li asta gelên herêmê, ku riyekê bibînin jibo bi aştî û rûmet bi hev re bijîn.

Di 18 salên dawî de, herêma Nagorno-Karabakh ya çiyayî ku piranî Ermen lê dijîn, di bin kontrola artêş û mîlîtanên Ermenî de ye, tevî ku piranîya civaka navnetewî hîn pênasînê bi herêmê dike weku beşek ji Azerbeycanê.

Clinton dibêje çareşerîya nakokîyê divê li ser bingeha prensîpên Helsinki be ku têde ne bikaranîna hêzê, yekîtîya herêmî, mafên wekhev û çarenûsê yên gelan cih digirin.

Karbidestekî bilind yê Wezareta Derve ya Amerîka ku bi Clinton re ye dibêje Amerîka û hevparên Grûba Minsk anku Rûsya û Fransa bi hev re kar dikin jibo amadekirina prensîpên sereke wek, vegera herêma derdora Nagorno-Karbakh bo Azerbaycanê, vegera sivîlên ku di nakokîyê de hatine dûrxistin, damezrandina hêzêke navnetewî ya aştî-parêz û korîdorekê ku Ermînya bi Nagorno-Karabax girê dide.

Jibo guhdarîkirina dirêjahiya vê raporê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG