Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Lêknegirtinên Mezin li Ser Programa Navokîya Îranê Hene


Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton dibêje piştî du rojên danûstandinan li Bexdayê li ser programa navokî ya Îranê lêknegirtinên berçav di navbera alîyên beşdar de mane.

Scott Stearns bo Dengê Amerîka di raportekê de dide zanîn ku Wezîrda Derve Clinton her wiha dibêje mehkûm kirina pizîşkê alîkarî kirî di peyda kirina Osama Bin laden de ji layê Pakistanê ve dûr e ji dadperwerîyê.

Wezîra Derve Clinton dibêje Amerîka, Rusîy, Çîn, Brîtanîya, Franse, û Alman di danûstandinên vê heftîyê de li Bexdayê pêşnîyazên xwe bi rohnî li ser zaxkirina uraniyomê ji layê Îranê ve pêşkêş kirin. Ew dide zanîn Îranê jî pêşnîyazên xwe xistine rû û cudahîyên mezin di navbera wan de hene.

Seroka Rêbaza Derve ya Ewropa Catherin Ashton dibêje her du alîyan hinek zemîna hevbeş peyda kirin û razî bûn danûstandin li 18 û 19 ê meha 6 li Moskow bên berdewan kirin. Wezîra derve Clinton dibêje ew danûstandin dê bixwazin cudahîyên mayî çareser biken:

“Li demekê de em zemîna kar cêdiken bo van danûstandinan, em dê berdewan bîn li ser fişara xwe wek beşek rêbaza li ser du hlêlan . Hemî sizayên me danî dê wek xwe bimînin û di nav vî midehî de dê berdewam bin. Îranê niha bijarek heye yan dê erkên xwe yên navneteweyî cî bi cî bike û derbarê meremên xwe piştrastbûnê bide cîhanê yan na.”

Îran dide zanîn rograma wê jibo meremên civil û aştîyane ne. Amerîka û hevalbendên wê goman diken Îran dixwaze çekên navokî cêket.

Wezîra Derve Clinton piştî Danûstandinan li gel Wezîrê Derveyê New Zealand , Murray McCully bo rojanamevanan di axift. Wan bas û gotûbêj li ser kiryarên NATO li Afgansitanê, rîformê sîyasî li Burma, û planên hilbijartinê li Fîjî kirin.

Wezîra Derve her wiha hukmê 33 salên zîndanê li dijî pizîşkê Pakistanî, Şakil afrîdî, ji layê dadigehek eşîretî ya Xeyber roja Çarşemê şermezar kir, yê alîkarî kiri bû Amerîka Osama Bin Laden bixwe dawê:

“Dibêje em mixabinîya xwe hem li ber dadigahî kirin û hem li ber vî hukmê giran diyar diken. Alîkarîya wî wek amîrek kar kir di nehêlana yêk ji mirovkujên herî bednav yên cîhanê. Nehêlan Bin laden bi zelalî di berjewendîyên Pakistanê û me û baqî cîhanê de bû.”

Dr. Afrîdî hatîye mehkûm kirin bi rêkxistina hewlek direw ya kotanê ku alîkarî kir CIA nimûnên DNA ya rêberê al-Qaida bi dest bîne bo hindê ku piştrst be ew di wê male de li bajarê Abbottabad ya Pakistanê dijî. Hêzên taybetên Amerîka di nav êrîşekê de li meha 5 sala borî bin Laden di nav mala wî de kuştin.

Wezîra derveya Amerîka dibêje kiryarên Dr. Afrîdî bi çi rêkan xîyanet bi Pakistanê nîne û serederîya bi wî re hatî kirin li gor gotina wê dûre ji dadê. Wê got Amerîka berdewam e ku doza wî wek piserk girîng li gel hikûmeta Pakistanê bêxe ber bas.

Peyvdarek wezareta dervey Pakistanê roja Pêncşemê gote peyamhinêran ku dê li gor qanûnên Pakistanê dadigahên wê biryar li ser doza Afrîdî bêt girtin. Wî got Amerîka û Pakistan pêdivîye rêzê ji proseyên qnûnîyên hevdu bigrin.

XS
SM
MD
LG