Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton Ser Azadîya Medyayê li Tirkîyê Xemdar e


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton li Tirkîyê ye.
Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton li Tirkîyê ye.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêje, ew li ser azadîya medyayê li Tirkîyê di xemê da ye, piştî ku rêxistinên medyayê ragihand ku nêzîkî 60 rojnamevan hatine zindanî kirin.

Xanim Clinton roja Şemîyê li Stenbolê got, tepeserkirina rojnamevanan ne hewce ye û ne di berjewendiya Tirkîyê da ye.

Wê got, wekî namzeda Yekîtîya Ewrupa, Tirkîyê pêşveçûnên gelek girîng kirin, lê girtina rojnamevanan bi wan pêşveçûnan re ne lêhatî ne.

Hillary Clinton jibo pêşveçûna wê ya sîyasî û xûrtbûna aborî Tirkîye pesand. Wê got, toreya Tirkîyê ya demokratîk ji welatên din re dikane bibe modelek.

XS
SM
MD
LG