Peyama Wezîra Derve Hillary Clinton derbarê komkujiya Hûle:
“Amerîka bi tundî komkujiya li gundê Hûle yê Sûrîyê şermezar dike. Neteweyên Yekbûyî piştrast dike ku bi dehan mêr, jin û zarok hatine kuştin û bi sedan kesên din birîndar bûn li êrîşa hovane ya topxane û tankên rejîmê li dijî xelkê sivîl.
Divê kesên ku berpirs in beramberî vê tawanê, bihêne eşkerekirin û cezakirin. Hikûmeta Amerîkî bi civaka navneteweyî re kar dike jibo tundkirina fişar û giraniyan li dijî Esed û darûdestên wî, ku desthilata wan ya kuştinê divê bi dawî bê.
Em piştgîriya gelê Sûrî û wan kesan dikin ku bi aştiyane li bajarên seranserê Sûrîyê xwepêşandanan dikin jibo şermezarkirina komkujiya Hûle.”