Breaking News

Clinton: Toleyên Aborî Bizavên Navokî yên Îranê Hêdîtir Dike

Clinton: Toleyên Aborî Bizavên Navokî yên Îranê Hêdîtir Dike
Clinton: Toleyên Aborî Bizavên Navokî yên Îranê Hêdîtir Dike

Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton dibêje toleyên navneteweyî li ser Îranê gelek zehmet êxistîne ber Tehranê ku berdewam bibe li ser hêvîya xwe ya navokî.

Roja Duşemê Xanim Clinton bo xwendkarên Zanîngehê li Dubai axifî û got, ev dorgirtine kar dike û ji ber giriftariyên teknolojî bûne eger ku bernama Îranê sist bibe.

Amerîka û welatên rojavayê dibêjin Îran bizavê dike ko çekên navokî çêbike. Lê Îran dibêje bernama wê ya navokî bo mebestên aştîyane ye.

Biryare evro Xanim Clinton ligel serokê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û karbidestên ji Ebu Dhabî û Qaterê kom bibe.

Birêz Clinton çûye bo seredana 3 welatan li Kendava Farisî bo wergirtina piştevanîyê bo hikûmeta nû ya Îraqî û cezayên tundtir dijî Îranê jiber bizavên wê yên navokî.

XS
SM
MD
LG