Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Clinton Dê Piştgirîya Joe Biden Bike


Hillary Clinton, ku di hilbijartina seroktîya Amerîka ya borî de berbijara Partîya Demokrat bû, dîyar kir ku ewê di hilbijartina 2020’an de piştgirîya Joe Biden bike.

Xanim Clinton, di çalakîyeke li ser înternetê de piştgirîya bo Joe Biden ragihand.

‘’Di vê demê de hewcedarîya me bi rêberekî wek Joe Biden heye’’ Xanim Clinton got.

Serokê Berê yê Amerîka Barack Obama jî du hefteyên borî piştgirîya bo Joe Biden ragihandibû.

Di rêvebirîya Barack Obama de, Joe Biden cîgirê wî bû û Clinton jî wezîrê derve bû.

Hillary Clinton di hilbijartina 2020’an de li hember Serok Donald Trump têk çûbû.

Hilbijartina seroktîya Amerîka dê di 3’ê Mijdarê de li dar keve û li ber e ku Joe Biden bibe berbijarê Partîya Demokrat.

XS
SM
MD
LG