Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Demokrat Îro Dîsa Beşdarî Gotûbêja CNN'ê Dibin


Berbijarên Demokratîk ku di hilbijartina seroktîya Amerîka de, dixwazin wek nûnerên fermî yên partîya xwe derkevin hember Serok Trump di gotûbêja televîzyonî ya kanala CNN derdikevin pêş hilbijeran.

Îşev beşa duyê ya heman bernamê di CNNê de tê weşandin û berbijrê herî xurt yê vê demê, cîgirê serokê Amerîka yê berê Joe Biden û hevrika wî ya hêzdar Kamala Harris wê careke din nêrînên xwe parve vikin.

Di gotûbêja meha borî de, taybetî li ser helwesta Biden ya berî salên dirêk ya hember xwendekarên reş, nîqaşên tund di navbera wî û Harris de derketibûn.

Senator Harris Biden bi lawaza sist ya hember nîjadperestîya dijî Amerîkîyên Afrîqî tawanbar kiribû û gotibû ku wî bi têra xwe têkoşîneke xurt ya bo nehêlana nîderperestîyê nedaye.

Berbijrê din, Senator Cory Booker, ku ew jî ê Amerîkîyê Afrîqî yê, nerazîbûna xwe hember Biden bilind kiribû û ew jiber femnekirina rewşa reşan tawanbar kiribû.

Di gotûbêja şeva Sêşemê de Senator Bernie Sanders û Elizabeth Warren bi xurtî berevanîya programên xwe yên pêşverû kiribûn û bûbûn armanca êrîşên tund yên nermrêyan.

Sanders û Warren bawer dikin ku divê Partîya Demokrat xwe pirti bide alîyê çapê û rojeva xixanan û çîna navîn derxê pêş, lê yên nermrê dibêjin divê partî li navenda qada sîyasetê bimîne.

Heta niha 24 kes xwe anîne pêş ku berbijarîya partîya xwe bi dest bixin ku diu hilbijartina Mijdara 2020’an de wek mamzedê fermî yê Demokratan Serok Trump têk bibe.

XS
SM
MD
LG