Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupî Charles Michel roja Înê Rûsya jiber êrîşa mûşekan ya hovane ya li ser îstasyoneke trenê li bajarê Kramatorsk li rojhilata Ukraynayê tawanbar kir.
Michel got ku Moskow bi wan êrîşan rêya revê ya sivîlan digire.
"Êrşa Rûsyayê ser yek ji îstasyonên sereke ku sivîl bi kar tînin ku ji herêma Rûsyayê êrişên xwe lê zêde kirine, derkevin metirsîdar e," Michel li ser Twitterê got.
Ji sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa Josep Borrell di twîteke xwe ya cuda da got ku ew êrîşa wê sibê ya Rûsyayê bi tundî şermezar dike.