Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Bingeha Koalisyonê li Rimêlanê Du Êrîşên Têkçûyî Qewimîn


Leşkerên Koalisyonê li devera Rimêlanê (Arşîv)
Leşkerên Koalisyonê li devera Rimêlanê (Arşîv)

Şeva Yekşemê bingeha Xerab el-Cîr ya koalisyonê li gundewarê Dêrika bakur rojhilata Sûrîyê rastî du êrşan hat. Êrîş ji Zumara deşta Neynewa ya Îraqê pêk hat.

Mîlîsên Berxedana Îslamî ya bi ser Îranê ve ew êrîş girt ser xwe.

Li gorî jêdereke xwecîhî ji Rimêlanê, ku nêzîkî bingehê ye, ji Dengê Amerîka re got destpêkê êrîş bi dironekê pêk hat û "çekên li bingehê ew diron armanc girt û anî xwarê".

Piştî êrîşa têkçûyî yekser êrîşa bi mûşekan pêk hat.

Ajansa Reuters ji ser zarê du jêderên ewlekarî yên Îraqî û karbidestekî Amerîkî got ku herî kêm 5 rokêt Yekşemê ji bajarokê Zumar ê Îraqê ber bi bingeheke leşkerî ya Amerîkî li bakurê rojhilata Sûriyê ve hatin avêtin.

Li gorî agahîyên ku Dengê Amerîka ji jêderên cuda bidest xistin, zîyanên canî di encama êrîşan de tune ne.

"Pitşî êrîşê hêzên kowalisyonê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ketin amedebaşîyê li bingehên kowalisyonê li Rimêlan û Şedadê," Jêderên rojnamevanî yên nêzîkî HSDê ji Dengê Amerîka re got.

Li gorî amarên çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirov (SOHR), ji 19ê Cotmeha 2023an ve, baregehên Amerîkayê di nava axa Sûriyê de 127 caran rastî êrîşên mîlîsên bi piştevaniya Îranê hatine.

Êrîşa şeva Yekşemê li dijî hêzên Amerîkî yekem car e ji destpêka Sibatê ve, dema ku komên bi piştgirîya Îranê li Îraqê êrîşên xwe li dijî leşkerên Amerîkî rawestandibûn.

Ev yek tê rojekê piştî ku Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şîa el-Sudanî ji seredana xwe ya Amerîka vegeriya, ku li Koşka Spî ligel Serok Joe Biden kom bû.

XS
SM
MD
LG