Leşkerîya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku di êrîşên bi pêşengîya koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê de pirtir ji 1,100 sîvîl ji sala 2014’an vir ve hatine kuştin.
Koalîsyonê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku vekolîna wê derxist holê ku di nav meha Tebaxê de 53 sîvîlên din, bi çewtî hatine kuştin û hejmara giştî bûye 1,114.
Hejmara ku koalîsyonê belav kir, ji yên rêxistinên mafên mirovan gelek hindiktir e. Rêxistina çavdêrî Airwars dibêje ku di êrîşên koalîyonê de, herî kêm 6,575 sîvîl hatine kuştin.
Hêjayî balkişandinê ye ku koalîsyona navnetewî û hevkarên wê yên xwecîhî li Îraqê û Sûrîyê bi awayekî giştî serketinên mezin li hember DAIŞ’ê bi dest xistine û ew koma tundrê tenê li herêmên biçûk maye.