Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Koalîsyonê yên Dijî DAIŞ’ê di Gulanê de Gelek Zêde Bûne


Koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê îro ragihand ku firokên Amerîkî û yên koalîsyonê di meha borî de 225 êrîşên esmanî li Sûrîyê pêk anîn û li 280 armancên DAIŞ’ê li herêma Gelîyê Çemê Feratê xistin.

Li gor fermandarên Amerîkî, tenê di êrîşeke şeş roji de, hêzên koalîsyonê 41 êrîşên esmanî li hember armancên DAIŞ’ê yên li Îraq û Sûrîyê xistine û 49 xalên DAIŞ’ê wêran kirine.

“Êrîşên meha Gulanê, % 304 ji yên Adarê pirtir in ku hinge 74 êrîşên esmanî hatibûn kirin. Dîsa, êrîşên esmanî yên Gulanê % 183 ji yên Nîsanê pirtir in ku di wê mehê de di Nîsanê 123 êrîşên esmanî hatibûn kirin.”

Daxuyanîya koalîsyonê ragihand ku piranîya êrîşên esmanî wek piştgirîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hatine kirin ku vê gave operasyona Bagera Cizîrê didomîne ku herêma Dêrezor bi temamî ji DAIŞ’ê paqij bike.

XS
SM
MD
LG