Lînkên eksesibilîtî

Koalîsyona Navnetewî Pênasînê bi Kuştina 50 Sîvîlan li Îraq û Sûrîyê Dike


Koalîsyona bi pêşengîya Amerrêka îro Înê piştrast kir ku 50 sîvîlên din di êrîşên yên esmanî de, yên li Îraq û Sûrîyê de hatine kuştin.

Bi vê piştrastkirina nû, hejmara giştî ya sîvîlên ku li wan her du welatan hatine kuştin, ji sala 2014an vir ve bû 735 kes.

Koalîsyonê di daxuyanîyeke nivîskî de got ku wê pêdaçûnê li ser 185 raportên kuştina sîvîlan kiriye û di encamê de xuya bûye ku di 14 bûyerên cuda de 50 sîvîl hatine kuştin.

Kaolîsyona navnetewî, ku li Îraq û Sûrîyê dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dike, dide zanîn ku ew hewleke mezin dide ku rê li ber kuştina sîvîlan bigire.

Rêxistinên çavdêr yên wek Airwars îdia dike ku herî kêm 5486 sîvîl di êrîşên esmanî yên koalîsyonê de hatine kuştin, lê hejmara koalîsyonê gelek hindiktir e.

XS
SM
MD
LG