Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerê Berê yê Serok Trump Li Civata Nûneran Îfadan Dide


Michael Cohen li Kongresê

Michael Cohen parêzerê berê yê serokê Amerîka Donald Trump, roja Çarşemê li hember komîta Çavdêrî û Çaksaziyan ya Civata Nûneran amade bû. Da ku şahidiyê li ser Trump bide dema ku di maweyê 12 salan de parêzerê wî bû.

Berî Michael Cohen li hember komîta civata nûneran amade bibe got "Trump kesekî nijadperist, destbir û sextekare".

Lê Michael Cohen berî niha bi tawana ku li hember Kongresê dema 2017an amade bûbû derew kirîye, tê texmîn kirin ku ewê bi sizayê 3 salên girtinê bihê ceza kirin.

Michael Cohen ji 10 salan zêdetir kesê herî nêzîk û beşdarê desthilata rêxistina Trump bû, bi taybet di dema kampeyna hilbijartinan de rolê wî hebû.

Cohen berî bihê lêpirsîn li hember komîta Çavdêrî û Çaksaziyan sond xwar û got ferman ji wî re hat ku pereyên wê jinê bide ku tê îda kirin têkiliyên seksî li gel serok Trump hebûn, îdaya ku her tim serok Trump red kirîye. Cohen got, "wî daxwaza lêbûrînê ji Trump nekîrîye û lêbûrîna wî qebûl nake jî".

Cohen herwiha piştî hat hember komîtê, daxwaza lêbûrînê ji Kongeresî û gelê Amerîka kir ku di dema herî pêweîst de wî rastiya Trump bû wan nedaye eşkere kirin".

Di navbera Cohen û endamên Komîtê de ji Komarî û Demokratan gotûbêjek dirêj û lêpirsînên piralê çêbûn.

XS
SM
MD
LG