Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Columbia jiber Xwepêşandanan Merasîma Derçûnê ya Serekî Betal Kir


Zanîngeha Columbia îro Duşemê ragihand ku merasîma derçûnê ya serekî ya serener zanîngehê, ku li ber bû di 15ê Gulanê de bihata kirin, hatiye betal kirin û li şûna wê bernameyên biçûktir yên li nava xwendingehê were kirin.

Biryar piştî xwepêşandanên alîgirên Filîstînîyan ku çend hefte ne li zanîgehê didomin, hate girtin.

"Me biryar da ku li şûna mersîma mezin ya 15 Gulanê, em Rojên Dersan li dar bizin ku her yek xwendekar, li kelêka hevalên xwe werin xelat kirin. Ev çend hefteyên borî jibo civaka me gelek dijwar bûn," daxuyanîya nivîskî ya Zanîngeha Columbia got.

Xwepêşandanên li Zanîngeha Columbia ku bala bîragiştî ya Amerîkî kişandiye ser xwe, herwiha bûye îlhama xwepêşandanên li zanîngehên din yên Amerîkî ku xwendekar banga agirbestê li Gaza dikin û dixwazin ku xwendingehên wan bi kompanîyên ku têkildarî Îsraîlê ne, dûr bikevin.

Hêjayî balkişandinê ye ku jiber xwepêşandanên berdewam li kampusan, jimareke xwendingehên li seranser Amerîka awayê merasîmên xwe yên derçûnê guhertinem yan jî bi tevahî betal kirine.

XS
SM
MD
LG