Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka yê Berê Colin Powell jiber COVID Mir


Colin Powell
Colin Powell

Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell îro Duşemê jiber alozîyên nexweşîya koronayê mir, li gorî daxuyanîyeke malbata wî.

Powell, ku 84 salî bû, berî ku di dema serokatîya George W. Bush de bibe wezîrê derve bûbû serokê erkanên leşkerîya Amerîka û herwiha şîretvanê ewlekarîya niştimanî.

Ew yekem Amerîkîyê Afrîqî bû ku posta wezîrê derve werbigire û herwisa genctirîn û yekemîn Amerîkîyê Afrîqî bû ku di posta serokê erkanên leşkerîya Amerîkî de cih bigire.

Colin Powell, ku bixwe endamekî Partîya Komarî bû, xwedî roleke serekî bû di şerê Amerîkayê li Îraqê de.

Hêjayî gotinê ye ku Powell bi temamî li dijî vîrusa koronayê hatibû vaksîn kirin, li gor malbata wî.

XS
SM
MD
LG