James Comey, dîrektorê berê yê FBI ku ji kar hatibû dûrxistin, îro li Kongresê amade dibe û bersîva pirsên qanûndanêrên Amerîkî dide.
“Serok Donald Trump bendewarê dilsozîya min ji wî re bû û ji min dixwest ku ez dawî li lêpirsîna derheqa peywendîyên navbera kempeyna wî û karbidestên Rûsî bînin,” Comey got.
Comey di destpêka axaftina xwe de serborîyeke xwe ya ligel Trump anî ziman ku di xwarinekê de li Qesra Sipî hatiye jiyîn. “Ji min re dilsozî pêdivî ye û ez li bendê me dilsozbûnê me,” Trump ji min re got. Min xwe nelivand û gotinek ji nekir jiber ku ez bi gotina wî heyirî mabûm. Em bi bêdengî li hevdu nêrîn.”
Wî got ku bi daxuyanîyên Trump û alîkarên wî yên derbarê sedemên ji kar dûrxistina wî ew matmayî kiriye û wan bi gotina “FBI bi başî nedihat rêvebirin” rêka bênirxkirina wî bijartiye.