Çend endamên payebilind yên Kongresa Amerîkî yên ji her du partîyan bi nameyekê ji Serokê Amerîkî Joe Biden daxwaz kir ku di nava 60 rojan de stratejîya xwe ya hember Sûrîyê nîşan bide.
Endamên ku li ser nameyê îmza kir ev bûn: Senatorê Demokrat Bob Menendez, Senatorê Komarî Jim Endamê Kongresê yê Demokrat Gregory Meeks û yê Komarî Michael McCaul.
Di peyamê de, van qanûndaneran bang li Biden kir ku careke din rola Amerîka ya rêbertîyê di krîza Sûrîyê de vegerîne.
Wan herwiha daxwaz ji serokê Amerîkî kir ku hewlên vegerandina rejîma Beşar Esad bo nav civaka navnetewî qebûl neke, bêyî ku reformên watedar werin nîşandan jibo vîyana gelê Sûrî dîyar bike.
“Jiber tawanên Esad yên hovane dijî gelê Sûrîyê, Amerîka ji mêjve helwest daye ku civaka navnetewî nikare rejîma Sûrîyê careke din bêyî reformên watedar vegere nav civaka navnetewî. Em bang li Rêvebirîyê dikin ku wê helwestê dîsa pêk bînin,” endamên Kongresê di nameyê de got.
Di dirêjahîya nameya bo Biden de, qanûndaneran dîyar kir ku pir girîng e ku sîyaseta Amerîka li Sûrîyê bi nirxên wan lihevkirî be.
"Wezîrê Derve Blinken soz da ku dema Joe Biden bibe serok, emê rêbertîya Amerîka derbarê pirsgirêkên mirovî li Sûrîyê vegerînin. Di vê demê de ku Rêbertîya te biryara Neteweyên Yekbûyî jiboalîkarîya mirovî ya ji derve bi rêya sînor nû kiriye û piştgirîya hewilên aramkirinê li deverên ji DAIŞ hatine rizgar kirin, berfireh kiriye, ev hewildan tenê çareserîya nîşanên serekî yên nakokîyê dikin û ewê bi nebûna stratejîyeke diplomatîk jibo çareserkirina şerê navxweyî yê 10 salî bêbandor bin.”