Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa 116’an ya Amerîka Îro Dest bi Rûniştinê Dike


Kongresa 116’an ya Amerîka, îro Pêncşemê dest bi rûniştina xwe ya yekê dike, di vê demê de ku hin beşên hikûmeta federalî, ji hefteya borî vir ve daxistî ne.

Di Civata Nûneran de, ku beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî ye, Partîya Demokrat di hilbijartinên mîdterm de, bi 36 kursîyan, piranî bi dest xistibû.

Di rûniştina yekê de, çaverê ye ku Demokratan Nancy Pelosi wek seroka nû ya Civata Nûneran hilbijerin.

Demokrat plan dikin ku dengdanê li ser paketeke nû bikin ku armanc dike dawî li daxistina hikûmetê bîne.

Di paketê de 5 mîlyar dolarên ku Serokê Amerîka Donald Trump bo avakirina dîwarê ser tixubê Meksîko xwestibû, cîh nagire.

Ger paket di Civata Nûneran de werin pejirandin, divê ji civata Senatoran we werin şandin ku di bin kontrola Komarîyan de ye.

XS
SM
MD
LG