Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên Kongresê ji Trump Dixwazin ku li Sûrîyê Karîgertir Be


Nêzîkî 400 endamên Kongresa bi nameyeke hevbeş ji Serokê Amerîka Donald Trump xwest ku di çareserkirina kêşeya Sûrî de rêbertîya Amerîkî nîşan bide.

Nameya bi pêşengîya Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Nûneran Eliot L. Engel û endamê serekî yê komîsyonê Michael T. McCaul û Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran James Risch û endamê serekî Bob Menendez hate nivîsîn.

Di nameyê de bang li Trump tê kirin ku xwedîyê stratejîyeke berfireh ya Sûrîyê be ku bikaribe bersîvdana gefên dijî Amerîka û hevalbendên wê bide.

“Şerê li Sûrîyê şerekî tevlihev e û çarserîyên pêkan ne bê kêmahî ne. Lê, teka bijareya me xurtkirina polîtîkayên karîger in ku rê li ber gefên dijî Amerîka, Îsraîl û aramîya herêmî digirin. Strstejîyeke wiha tenê bi pêşxistina rêbertîya Amerîkî pêkan dibe.”

Endamên Kongresê bal dikşînin ku komên terorîst û tundrê û neyarên Amerîka li Sûrîyê roleke xirab dilîzin ku aştî û aramîya Rojhilata Navîn têk bibin.

“Hin hevalbendên me yên herî nêzîk dibin armanca gefên wan hêzan, loma pêşengî û rêbertîya Amerîkî gelek pêdivî ye. Bona misogerkirina berjewendîyên Amerîkî û parastina Îsraîlê hevalbenda me, divê herêmên Amerîka rêxistinên tundrê yên wek DAIŞ, el Qaydê û şirîkên wan li Sûrîyê û Rojhilata Navîn nehêle.”

Nameya hevbeş dîyar dike ku Rojhilata Navîn jiber kiryarên gefxwar yên Îranê ketiye rewşeke bêîstiqrar.

“Îran xebata xwe didomîne ku hebûna xwe ya leşkerî ya timdemî li Sûrîyê ava bike û hevalbendên me tehdît bike. Sala çûyî dronên Îranî ketin nava qada esmanî ya Îsraîlê û Nobedarên Şoreşa Îranê, ji Sûrîyê jimareke mûşek avêtin hindurê Îsraîlê. Herwiha, Îran bi berdewamî şîlahên giran dide terorîstên Hîzbullahê û mîlîşayên ku ew piştgirî li wan dike. Rejîma Tehranê bandora xwe li herêmê berfireh kiriye ku bona berjewendîyên xwe armîya cîranên xwe têk bibe.”

XS
SM
MD
LG