Komîteya Karûbarên Derve ya Civata Nûneran li Kongresa Amerîkayê roja Sêşemê rûniştineke guhdarîkirinê taybet bi Sûrîyê lidar xist, tê de mijara Kurdên Rojava bi awayekî berfireh hate gotûbêjkirin.
Brian Mast, Endamê Kongresê û serokê Komîteya Karûbarên Derve, rûniştin bi axaftinekê destpê kir ku tê de behsa kiryarên serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el Şeri kir.
“Amerîka hîn ji pêşketina ku wî pêk anîye ne razî ye û gelek ji kiryarên wî wekî gavên bi paş ve dibîne. Em dixwazin Serok el Şeri karekî baştir bike. Ev ne tiştinî hêsan in, lê kiryarên vê dawîyê li dijî Durzî, Kurd û Elewîyan, gavinî di rêkeke şaş de bûn,” nûnerê wîlayeta Florîdayê got.
Nûnerê Komarî di gotara xwe de da zanîn ku êrîşên hikûmeta demkî ya Sûrî li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk nayên qebûlkirin.
Di rûniştinê de hejmareke pisporan jî nirxandin û nêrînên xwe derbarê rewşa Sûrîyê anîn pêş Kongresê.
James Jeffrey, balyozê berê yê Amerîka û şandeyê taybet bo Sûrîyê, di axaftina xwe de got, "Civaka navneteweyî siyasetên me yên hevpar li hember Sûrîyê dişopîne. Li hember Şamê gavên dijwar hene, lê pêwîst e ew gavan bavêje."
Nadine Maenza, serokê berê ya Komisyona Amerîkî ya Azadîya Olî ya Navneteweyî, di civînê de bal kişand ser binpêkirinên hikûmet û artêşa Sûrî.
"Yekîneyên hêzên artêşa Sûrî yên Îslamî, wan bixwe belgeyên kiryarên hovane li dijî Kurdan tomar kirine, wekî serbirîna jinên şervan, kuştina malbatan û avêtina cenazeyê şervana jin ji bilindîya avahîyê, destdirêjî û êşkencekirin. "
Maenza bal kişand ser binpêkirinên leşkerên Sûrî yên li dij Durzî û Elewîyan jî û got "Di sala 2025ê de, Elewî rastî kuştinên hovane yên berfireh hatin. Dema ku êrîş birin ser malbat û taxên wan, jin, zarok û kal kuştin. "
Nûnerê Florîda Cory Mills jî di rûniştinê de beşdar bû û got, "Nîgeranîya min a yekê ew e ku bi têkelkirina HSDê di nav artêşa niştîmanî de ne bi şêweyekî ku ez pê qayîl bûm, divîya bû weha nebûya."
Mills da zanîn, "Divê em li wê yekê binêrin ka em çawa şervanên biyanî derdixin? Em çawa tevlêbûn û pirrengîya hêzan garantî dikin û bizanin Daiş û yên din ji hev cuda bikin."