Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îtalya Dibêje Ew Dikarin Tedbîrên Dijî Korona Sist Bikin


Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte dîyar kir ku ew dikarin tedbîrên dijî vîrusa korona sist bikin.

Conte ji medya Brîtanya re da zanîn ku ger pispor ku kêmbûna belavbûna vîrusa korona piştrast bikin ew dikarin jinûve ser tedbîran bifikirin.

Wî da zanîn ku ew dixwazin heta dawîya Nîsanê hin tedbîran sist bikin, lê divê dîsa jî gelê Îtalya baldar be.

Hikûmeta Îtalya di 9’ê Adarê de qedexeya derketina derve ragihandibû.

Zanîngeha Johns Hopkins dide zanîn ku bi qasî 140,000 Îtalî bi vîrusa korona ketine.

XS
SM
MD
LG