Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper îro Pêncşemê got ku artêşa Amerîkayê erkê Operasyona Hêrsa Dastanî ya dijî rejîma Îranê bicih anî.
Cooper di peyameke vîdyoyî de got: "Me plana pûçkirina şiyana rejîma Îranê ya nîşandana hêzê li hundir û derveyî Îranê da ber xwe û me ev erk bi zelalî pêk anî. Îran rastî têkçûneke leşkerî ya mezin hatiye."
Wî da zanîn ku Amerîka û Îsraîlê bi awayekî sîstematîk şiyana Îranê wêran kir û êdî rejîma Îranê heta demeke dirêj nema dikare operasyonên leşkerî yên berfireh pêk bîne.
"Wekî Serok (Trump) wexteke zûtir vê hefteyê gotî, armancên me yên leşkerî yên bingehîn hatin cîbicîkirin, piştî wêrankirina şiyanên Îranê yên mûşek, dron û hêzên deryayî, ligel bingeha wan a binesazîya berevanî," Cooper diyar kir.
Fermandarê CENTCOM'ê got ku li gor agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, ku roja Sêşemê hate ragihandin, hêzên Amerîkî operasyonên xwe yên leşkerî li dijî rejîma Tehranê radigirin.
"Lê belê, em li wir dimînin. Em hişyar in û amade ne eger bang li me hate kirin. Em herwiha mil bi mil ligel hevparên xwe yên herêmî radiwestin ji bo parastina berevanîya esmanî ya herî çalak û pêşketî li cîhanê," Cooper da zanîn.
Di dawîya peyama xwe de, karbidestê leşkerî yê Amerîka spasîya leşkerên Amerîkayê yên ku beşdarî operasyonê bûne kir.
"Ez serbilind û dilnizm im ku bi wan re xizmetê dikim. Ez dizanim ku gelê Amerîkî heman serbilindîyê parve dike. Ji ber vê yekê ji şervanên me re dibêjim: Hişyar bimînin. Biryarder bimînin û hay ji hev hebin. Gelek spas û Xwedê bi we re be."