Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cooper: Amerîka Alîkarîya Derxistina 1.5 Milyar Bermîl Petrol bi Rêya Tengava Hormuzê Kiriye

Fermandarîya Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper îro Înê ragihand ku ji havînê vir ve hêzên Amerîkayê alîkarîya hinardekirina bêtirî 1.5 milyar bermîlên petrolê bi rêya Tengava Hormuzê kiriye.

Cooper di peyameke vîdyoyî de got ku hêzên Amerîkayê bi hevrêzî ligel hevpeymanên herêmî nobedarîyê li Tengava Hormuzê û avên derdora wê dikin. Wî da zanîn ku hebûna Amerîkayê bi alîkarîya dronên deryayî yên pêşketî birêve diçe.

Karbidestê leşkerî yê Amerîkî got ku wî hefteya borî serdana hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn kir û ji nêzîk ve kar û xebata wan a girîng dît.

"Lê tiştek hebû ku min nedît: Min qet hêzên Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) li wir nedîtin. Bi dehsalan e ku ew li Tengava Hormuzê û avên derdora wê nobedarî dikirin, keştîyên bazirganî aciz dikirin, gef li wan dixwarin û li gorî kêfa xwe dest datanîn ser wan," Cooper diyar kir.

Wî got ku bi saya erkê hêzên Amerîkayê û bi hevkarî ligel welatên hevalbend, bêtirî 1.5 milyar bermîlên petrolê ji welatên Kendavê ber bi bazarên cîhanî ve derketine.

"Di heman demê de, ji ber dorpêça tund a li ser benderên Îranê, me rê li ber hinardekirina petrolê ji alîyê Îranê ve girtiye," Fermandarê CENTCOM'ê got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG