Washington —
Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibêje vekolînên li ser teqîna li dibistaneke keçan li Îranê aloz e, ji ber ku ew li cihekî çalak yê mûşekên Îranê dikeve.
Brad Cooper îro Sêşemê di rûniştineke guhdarîkirinê de li Kongresa Amerîkî got ku vekolîna derbarê wê êrîşê aloz e, ji ber ku li jêr dibistanê bingeheke mûşekên krûz ên Pasdarên Şoreşa Îslamî heye.
Fermandarê CENTCOM'ê da zanîn ku vekolîn derbarê wê bûyerê berdewam dikin û dema ku agahîyên tevahî li cem peyda bibin, ewê encamên dawî yên vekolînê ligel Kongresê parve bike.
Di wê bûyera 28'ê Sibatê de, 168 zarokên xwendekar, ku bi piranî keç bûn, hatin kuştin, li gor karbidestên Îranê. Ji wê demê ve, Pentagon vekolîneke berfireh daye destpêkirin.