Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

COP28: 117 Welatan Li Hev Kir Ku Enerjiya Nû Dibe Sê Qatan Zêde Bikin


Nêzîkî 117 hikûmetan soz dan ku heta sala 2030an di lûtkeya keşûhewayê ya COP28 ya Neteweyên Yekbûyî de roja şemiyê sê caran şiyana enerjiya ku dikare bê nûkirin li cîhanê sê qat bikin, wekî rêyekê ji bo kêmkirina sotemeniyên binerd, di hilberîna enerjiya cîhanê de.

Soz di nav hejmarek daxuyaniyên COP28 de roja Şemîyê bû, bi armanc jinavbirina karbonê ji sektora enerjiyê.

Sultan el-Caber, Serokê Civîna Bilind a COP28 ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî "Ev dikare û dê bibe alîkar ku cîhan bi temamî ji komirê dûr bikeve."

Soza bi pêşengiya Yekîtiya Ewropî, Amerîka û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, her wiha dibêje ku sêqatkirina enerjiya ku nû dibe, dê bibe alîkar ku herî dereng heya sala 2050an enerjiyên binerd ên CO2-ê ji pergala enerjiyê ya cîhanê derxînin.

Piştgirên roja Şemiyê Brezîlya, Nîjerya, Austuralya, Japon, Kanada, Şîlî û Barbados bûn.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG