Medyaya Tirkîyê radigihîne ku welatên li konferansa avûhewayê ya COP31 a Neteweyên Yekbûyî (NY) ser encamnameyê li hev nakin.
Plana konferansa li Antalya ya li rojavayê bakurê Tirkîyê ew bû ku 20’ê Mijdarê, do Înê, tevî encamnameyê biqede, lê delegeyên dewletan danûstandinan îro Şemîyê jî didomînin.
Serokê COP31’a li Tirkîyê Murat Kurum ser danûstandinan dîyar kir ku ew nêzîkî qedandinê ne, lê hîn negihiştine wir.
Di konferansê de mijarên serekî dûrketina ji sotemenîyên fosîl û fînansmana avûhewayê bûn ku delege jiber lihevnekirinê asê mane.
Bernivîsa dawî ya ser encamnameyê mijara ser sotemenîyên fosîl bi temamî derxistibû ku çalakvanên avûhewayê ser vê bertekên tund nîşan dan.
Yekîtîya Ewrupa ser bernivîsê got ku dibe ku konferans bibe ‘’hilcivîneke fosîlê’’
Fransa, Fînlanda, Yûnanistan, Belcîka û çend welatên din dîyar kir ku divê gavên xurt werin avêtin.
Çalakvanên avûheweyê danûstandinên li COP31ê bi tundî rexne dikin.
Ji Hilcivîna Avûhewayê ya Gelan (PCS) Ecehan Balta, ku 30 sal in çalakvana avûhewayê ye, ji Dengê Amerîka re got nelihevkirina dewletan raber dike ku rejîma avûhewayê ya navneteweyî pûç bûye.
Balta dîyar kir ku guherîna mijara ser sotemenîyên fosîl bi awayekî zelal nîşan dide ku berjewendîyan ser sotemenîyên fosîl bandorê li danûstandinan dikin.
"Mesele ne tenê nelihevkirina dewletan e. Hikûmet, karên kompanîyan û mezinbûna aborî ji mafên jîyanê yên mirovan û xwezayê girîngtir dibînin," Balta got.
PCS ji alîyê aktîvîstên COP’ê bê bandor dibînin hilcivînên paralel li dar dixe.
Wan çalakvanan berî hilcivîna li Antalya, li hember COP30’a NY’ê li Belêma Brazîlê hilcivîn çêkiribû.