Breaking News

Konferansa COP31 li Tirkîyê û Rexneyên Çalakvanên PCS'ê

Konferansa Guherîna Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ya li Antalya ya li bakurê rojavayê Tirkîyê dewam dike.

Rêberên sazîyên navneteweyî, serok, wezîr û şandeyên 196 welatan beşdarîyê li vê konferansa 9-20ê Mijdara 2026’an dikin.

Navnîşana COP31'ê ya îsal ’Ber Bi Siberojoke Berxwedêr, Domdar û Dadwer’’ e.

Di konferansên COP’ê de karbidest ser têkoşîna dijî guherîna avûhewayê danûstandinan dikin û gavên nû yên divê werin avêtin dîyar dikin.

Çalakvanên avûhewayê yên li hember polîtîkayên COP'ê, li Antalya navê wê Hilcivîna Avûhewayê ya Gelan (PCS) konferanseke alternatîf li dar dixin.

PCS di serî da Koalîsyona Dadmendîyê, Yekîtîya Ekolojîyê ji sendîka, sazîyên sîvîl û komên ciwanan çûbûye.

Dengê Amerîka ser vê hilcivîna alternatîf bi çalakvanên PCS’ê re axifî.

Ecehan Balta, ku nêzîkî 30 sal in çalakvana avûhewayê ye, dibêje domdarîya hilcivînên alternatîf yên çalakvanan, ku cara yekê li hember COP'30ya li Brezîlaya çêbûbû, nîşan dide ku ew dikarin ji protestoyên yekcarî zêdetir tiştan bikin.

‘’Armanca me ew e ku gelên li herêmên cuda yên cîhanê li hember hilweşîna ekolojîk têkoşanê dikin îradeyake sîyasî ya hevpar çêkin.’’

Balta dîyar dike ku gavên ser enerjîyên têne nûkirin têra parastina avûhewayê nakin û dibêje li ber wan gavan divê xweza nebe qada karkirina kompanîyên mezin.

Çalakvanên PCS'ê
Çalakvanên PCS'ê

Akademîsyen Gulşah Uzun, ku jiber endîşeyên ewlekarîyê yên li Tirkîyê xwest paşnavê xwe di vê nûçeyê de biguherîne û bike Uzun, dîyar dike ku kesên ser krîza avûhewayê dixebitin bi pêvaojêyên COP’ê bawer nakin.

Uzun dide zanîn ku biryarên li COP’ê nakevin mekanîzmayên hiqûqî û piştî van konferansên jî budçeyên mezin jibo sotemenîyên fosîl û şeran têne xerckirin.

Li gor wê bi hilcivînên alternatîf ew dikarin ser dadmendîya avûhewayê rêkên sîstemên nû çêkin.

Melîs Tantan ya ji 2019’an ve di rêxistinên ekolojîk û koalîsyonên dadmendîya avûhewayê de ye, d ku têkoşaneke rast bi polîtîkayên aştîyê pêkan e.

Ew dibêje civînên COP'ê yên zêdetirî 30 sal in çêdibin nîşan didin ku dewlet bo avûhewayê gavên hewce navêjin û ew niha bi alternatîfan li rêkên nû digerin.

COP cara pêşî sala 199'5an li Berlîna Almanyayê çêbû.

XS
SM
MD
LG