Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Pêşbazîya ‘Copa America’ Destpê Dike


Pêşbazîyên Copa America ya futbolê îro Pêncşemê bi lîstikekê di navbera Arjentîn û Kanadayê destpê dike.

Amerîka mêvandarîya vê qehremanîya dêrîn ya futbolê dike ku heta 14’ê Tîrmehê didome. Helkefta îsal hinekî cuda ye ku tê de hejmareke tîmên Bakur û Naverasta Amerîkayê jî tevlî yên Başûrê Amerîkayê dibin.

Bi tevahî 16 tîm ku li ser çar grûpan hatine dabeşkirin beşdarî vê qehremanîya futbolê dibin. Lîstikên vê kupayê li 14 stadyumên seranserê Amerîkayê pêk tên.

Tîma Amerîka dê roja Yekşemê lîstika xwe ya destpêkê ligel Bolîvyayê bilîze.

Tevahîya tîmên beşdar ev in:

Grûpa A: Arjentîn, Peru, Chile, Kanada

Grûpa B: Meksîk, Ekuador, Venezuela, Jamaika

Grûpa C: Amerîka, Uruguya, Panama, Bolîvya

Grûpa D: Brazîl, Kolombya, Paraguay, Kosta Rîka

XS
SM
MD
LG