Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Hejmara Ledana Vaksîna Xurtker li Amerîka Kêm e


Bikaranîna vaksîna xurtker ya COVID-19 li Amerîka her ku diçe kêm dibe. Pisporên tenduristiyê metirsîdarin ji ber ve yeke ku bang li Amerîkiyan dikin ku derzîye xurtker bistînin da ku parastina xwe li hember cureye nû ya Omîkronê ya pir zû belav dibe biparezin.

Li gorî Navenda Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşî ya Amerîka (CDC), dibeje bi tenê 40% ji Amerîkîyên bi tevahî vaksîna xurtker wergirtine. Û hejmara belavkirina vaksina xurtker ku rojane li Amerîka, ji 1 mîlyonî di destpêka Kanûnê de daketiye nêzî 490,000 ji hefteya borî.

Di heman demê de, anketek nû ya ji Navenda Lêkolînên Karûbarên Giştî ya Associated Press-NORC ve hat çekirin ku Amerîkî vakslêdanên destpêkê - li şûna vaksina xurtker - wekî bingehîn dibînin.

Jason Schwartz, pisporê polîtîkaya vaksînlêdanê li Zanîngeha Yale, got, "Eşkere ye ku hewildana ledana vaksina xurtker kêm dibe."

Bi tevahî, kempeyneya vaksînlêdanê ya Amerîka sist bûye. Zêdetirî 13 meh piştî destpêkirina vaksînledanê bi tenê 63% ji Amerîkîyan, anku 210 mîlyon mirov, bi vaksînên yekem û dûyem vergirtine. Mecburîkirina vaksîn bo zedekirina wan hejmaran ji ber pirsgirêkên qanûnî hatine asteng kirin.

XS
SM
MD
LG