Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîyeke Brîtanya Dibêje Vîrusa Korona li Çînê Rojane 5000 Kesan Dikuje


Kompanîya datayên Airfinity îdia kir ku li Çînê her roj pirtir ji 5000 kes jiber vîrusa korona dimirin.

Wê kompanîyê, ku navenda wê li Brîtanyayê ye, dîyar kir ku wê hejmara mirinan ji pêketinên li Çînê derxistiye.

Çînê hefteya borî dîyar kiribû ku 1800 kes bi vîrusa korona ketine û 7 kesan bi wê canên xwe ji dest dane.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku karbidestên Çînê naxwazin ser derbarê îdiaya Airfinity biaxifin.

Berpirsekî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) pêr Çarşemê got ku li Çînê pêketin di demên dawî de zêde bûne û nûnerên saxlemîyê nikarin hejmara mirin û pêketinan bişopînin.

Airfinity dîyar dike ku bi pêla dawî ewê di meha pêş de her roj bi qasî 3,7 mîlyon û di Adarê de jî 4,2 mîlyon kes kev bi vîrusa korona bikevin.

Li gor wê kompanîyê, li Çînê pêketinên vîrusa korona li herêmên Pekîn û Guandgongê zêde bûne.

XS
SM
MD
LG